Kurtkirin

Di nivîsîna kurmancîyê da, yek ji wan mijaran jî mijara kurtkirinan e ku divê em di wê da bigihîjin standardekê. Di vî warî da awayên nivîsînê yên cuda hene. Pêwîstî bi lîsteyeka kurtkirinên kurmancîyê ya standard heye. Guman tê da tune ye ku lîsteyeka weha dê rêyê li ber nivîsîna kurmancîyê xweştir bike.

Ji navê wê jî dîyar e ku kurtkirin nimînendeya tiştê ji xwe dirêjtir e; awayekî bêjeyekê yan jî frazekê yê kurt e. Tiştên ku dihên kurtkirin, helbet ji bo xwendevanan ji kurtkirinên xwe fambartir in. Ji ber vê yekê, divê ku mirov di nivîsînê da li bikarînana kurtkirinan baş miqate be.

Helbet kurtkirin rêyeka pratîk e û ji ber pêwîstîya pratîkê derdikeve. Car heye ku navek yan derbirînek ku di nivîsê da gelek caran xuya dibe û mirov naxwaze bi wê dirêjahîyê, wî navî yan wê derbirînê ducare bike û zorê bide sebira xwendevanan, hin caran jî ji ber ku tixûbek ji bo dirêjahîya nivîsê hatiye danîn û divê ku nivîsa mirovî pêgirîya wî tixûbî bike, kurtkirin dibe rêyeka baş û pratîk.

Di warê kurtkirinê da qayîdeya yekem ev e: Gava ku ne pêwîst be, divê ku mirov kurtkirinan neke. Lê heger pêwîst be, divê mirov li pirsên weha miqate be: “Divê ku xal bihê danîn yan na? Heger bihê danîn, divê li ku bihê danîn? Divê ku kurtkirin bi hûrdekan yan jî bi girdekan bihên nivîsîn? Bêjeyên ku bi birînê kurt dibin, divê li ku bihên birîn? û hwd”.