Kurtkirinên ku tîp bi tîp dihên bilêvkirin

a) Kurtkirinên tîp bi tîp yên ku bi girdekan dihên nivîsîn

Ji bo kurtkirinên weha, ji her bêjeyekê tîpa destpêkê dihê wergirtin. Kurtkirinên tîp bi tîp, bi girdekan û bêyî xalê dihên nivîsîn.

Federasyona Komeleyên Kurdistanê: FKK

Komeleya Jinên Kurdistanê: KJK

Komeleya Karkerên Kurdistanê: KKK

Yekîtîya Ewropayê: YE

b) Kurtkirinên tîp bi tîp yên bi hûrdekan dihên nivîsîn

Hin kurtkirinên tîp bi tîp hene ku bi hûrdekan dihên nivîsîn.

hwd (her wekî din), wc (water closet), tv (television)

c) Xwendina kurtkirinên tîp bi tîp

Kurtkirinên tîp bi tîp li gor bilêvkirina alfabeya kurmancîyê dihên bilêvkirin.

KurtkirinBilêvkirin
FKKFeKeKe
YEYeE
KKKKeKeKe
KJKKeJeKe

ç) Tewanga kurtkirinên tîp bi tîp

Kurtkirinên tîp bi tîp yên ku li gor bilêvkirina tîpan dihên xwendin, di wan rewşan da ku rêzimana kurmancîyê tewandinê ferz dike, divê ku li gor zayenda mê bihên tewandin. Ji ber ku di kurtkirinan da bilêvkirin esas e, kurtkirinên ku bi nedengdêran diqedin jî li gel [-e]yekê dihên bilêvkirin. Di vê rewşê da, di bilêvkirinê da her tîpeka kurtkirinan bi dengdêrê qedîyayî dihê hesibandin, loma di van kurtkirinan da ya ku ji me ra lazim e, gireya tewangê ya tevî tîpa pevgirêdanê ye, ango -yê ye.

FKK, Bi tewangê: Min ji FKKyê ra nameyek şand.

KurtkirinBilêvkirinTewang û kurtkirin
FKKFeKeKeKongreya FKKyê
KJKKeJeKeSeroka KJKyê
KKKKeKeKeBanga KKKyê
YEYeECivîna YEyê

d) Îzafeya li gel kurtkirinên tîp bi tîp

Îzafeya li gel kurtkirinên tîp bi tîp, li gor zayenda mê dihê danîn. Loma di wan rewşan da ku rêzimana kurmancîyê îzafeyê ferz dike, divê ku <-a>ya gireya îzafeyê ya ji bo zayenda mê bihê hilbijartin. Ji bo kurtkirinên weha <-a>ya gireya îzafeyê li gel –“y-”ya paşgira pevgirêdanê dihê nivîsîn (Nimûne: FKK→FKKya par baştir bû). Ji ber ku di vê da bilêvkirin esas e, kurtkirinên ku bi nedengdêran diqedin jî li gel [-e]yekê dihên bilêvkirin.

KurtkirinBilêvkirinÎzafe û kurtkirin
FKKFeKeKeFKKya Dîyarbekirê
KJKKeJeKeKJKya Mûşê
KKKKeKeKeKKKya Mehabadê
YEYeEYEya ku di krîzê da ye

e) Mensûbên kurtkirinan

Dema ku mensûbîyeta kurtkirinên tîp bi tîp dihê çêkirin, divê li kurtkirinê “î”ya nîşana mensûbîyetê bihê zêdekirin. Lê ji ber ku di bilêvkirinê da dengê kurtkirinan yê dawî dengdêr e, “y-”ya paşgira pevgirêdanê dikeve navbera tîpa kurtkirinê ya dawî û “î”ya nîşana mensûbîyetê.

KurtkirinBilêvkirinmensûbê/a wê
FKKFeKeKeFKKyî
KJKKeJeKeKJKyî
KKKKeKeKeKKKyî
YEYeEYEyî

ê) Hin kurtkirinên tîp bi tîp yên navneteweyî

Hin kurtkirinên navneteweyî yên bi tîpên destpêkê hene ku ne pêwîst e ku em wan wergerînin û bi awayê xwe kurt bikin. Ya baş ew e ku em jî wan wekî awayên wan yên orîjînal binivîsin û bi lêv bikin. Helbet ev nimûneyên kurtkirinên ku li jêrê dihên pêşkêşkirin, bi hûrdekan jî dihên nivîsîn (pdf, usb, jpeg, ip, www, http, cd, dvd).

CD (Compact Disc)

DVD (Digital Versatile Disc )

HTTP (Hypertext Transfer Protocol)

IP (Internet Protocol)

JPEG (Joint Photographic Experts Group)

PDF (Portable Document Format)

USB (Universal Serial Bus)

WWW (World Wide Web)