Nivîsîna rengdêrên nesade

Rengdêrên nesade yên ku bi “bi-”, “bê-” û “ne-”yê çêdibin :

Rengdêrên nesade yên ku bi “bi-”, ”bê-” û “ne-“yê çêdibin, divê ku wekî bêjeyekê bihên dîtin û bi hevûdin ve bihên nivîsîn. Lewra qayîdeya sereke ew e ku bêjeyek gava ku rengdêr be, bi hevûdin ve dihê nivîsîn.

Gava ku hin ji van bêjeyên nesade bi hokerî bihên bikarînan, parçeyên wan -wekî di van nimûneyan da jî xuya dibe- ji hevûdin cuda dihên nivîsîn. Nimûne: Min çaya xwe bi şekirvexwar. Em dê bê şik wî jî bibînin. Ez bê guman ji te hez dikim..

bîra bêbinî çaya bişekir derdê bêderman gelîyên bêdar gelîyên bidar gundê bêav mirovê bêzirav peyva bêguman xwarina bêxwê xwarina bixwê xwarina birûn xwarina bêrûn mirovê nebaş ava nezelal mêrxasê nemir mêrê neçê