Nivîsîna “dê”ya dema dahatî

Di nivîsîna kurmancîyê da, ji bilî hin awayên pêkvenivîsî (nimûne: tê bibînî, tuê bibînî, tuwê bibînî, tuyê bibînî) ev awa hene:

dê, ê, wê, yê tu dê bibînî, tu ê bibînî, tu wê bibînî, tu yê bibînî, tê bibînî

Ji van awayan du awa hene ku herî zêde dihên bikarînan: “dê” û “ê”.

Ji van her du awayan tercîha Komxebata me ya di vî warî da “dê” ye.

Divê ku ev”dê” cuda bihê nivîsîn.

Ez dê biçim. Ez dê bixwim. Tu dê biçî.   Tu dê bixwî.