Nivîsîna “di-”ya di dema niha da

a) Bi lêkerên sade ra

Gava ku lêker sade bin, pêşgira “di-”yê yekser dihê pêşîya lêkeran û bi wan ve dihê nivîsîn.

Ez diafirînim. Ez diajom. Ez diavêjim. Ez dibînim. Ez diçim. Ez didim. Ez digerim. Ez digirim. Ez digirîm. Ez dihêlim. Ez dikenim. Ez dikevim. Ez dikim. Ez dikujim. Ez dilîzim. Ez dimeşim. Ez distînim. Ez dişêlînim. Ez dişînim. Ez dişom. Ez diwestim. Ez dixwim.

Di nivîsîna lêkerên sade da bikarneînana pêşgira “di-”ya dema niha ne rast e.

Ez dikarim.Ez karim.
Ez dizanim.Ez zanim.

Heger lêker ji çend bêjeyan pêk hatibe jî pêşgira “di-”yê dîsan dihê pêşîya lêkera sade û bi wê ve dihê nivîsîn. Wekî ku li nimûneyên jêrîn xuya ye, bi lêkerên “kirin”, “dan” û “ketin”ê ve hatiye nivîsîn:

Ez li ber dikevim. Ez li ber xwe didim. Ez pêşkêş dikim. Ez ser jê dikim.

b) Bi lêkerên nesade ra

Di nivîsîna lêkerên nesade da jî divê ku pêşgira “di-”yê bi wan ve bihê nivîsîn. Ji bo rastnivîsînê divê ku mirov xwe bispêrê rêzimana kurmancîyê.

Di hin devokên kurmancîyê da, lêkera nesade tevî hemû parçeyên xwe bi tevayî wekî lêkerekê dihê hesibandin, loma jî pêşgira “di-”yê dihê pêşîya vê tevayîyê.

❌ Ez dirûnim. ❌ Ez divegerim. ❌ Ez divexwim. ❌ Ez dirazêm

Awayê herî belav ew e ku pêşgira “-di-”yê bi beşê lêkera sade ve dihê gotin û nivîsîn. Ji bo nimûneyê, heger lêkerek ji pêşgira “da-”yê û “girtin”ê -ku lêkereka sade ye- pêk hatibe, pêşgira “di-”yê dikeve navbera pêşgira navbirî û lêkera sade. Ango: pêşgir + di + lêkera sade.

Ew çêdibe. Ez çêdikim. Ez dadigirim. Ez dadikim. Ez hildikim. Ez vedigerim. Ez vedixwim.

Wekî ku li jorê hat dîyarkirin, di warê danîna pêşgira “di-”yê da du mentiq hene. Mirov nikare bibêje ku yek ji wan rast e û ya din xelet e. Ya girîng ne ew e ku ew li pêşîya lêkera nesade bihê danîn, yan jî di navbera pêşgirê/parçeyê pêşîyê û lêkera sade da bihê danîn, lê ya herî girîng ew e ku ew bihê danîn.

Li gel vê jî ya baştir ew e ku awayek ji van her du awayan ji bo nivîsîna kurmancîyê ya standard bihê tercîhkirin.

Ji bo standardê ya baştir ew e ku pêşgira “-di-”yê bi lêkera sade ve bihê nivîsîn. Ev awa di dema me da zêdetir dihê bikarînan û her weha bêhtir belav e. Ji ber vê yekê, ji bo nivîsîneka standard tercîha vê qayîdeyê rêyeka baştir û minasibtir e.

Ango divê weha bihê nivîsîn:

Ez çêdikim. Ez dadigirim. Ez derdikevim. Ez hildigirim. Ez radihêlim. Ez radikevim. Ez radikim. Ez rûdinim. Ez vedigerim. Ez vedikevim.  Ez vedikim. Ez vedizelînim.

Dema ku pêşgira “-di-”yê di dema borîya berdewam da dihê bikarînan jî dîsan heman qayîde derbas dibin:

Min çêdikir. Min dadigirt. Ez derdiketim. Min hildigirt. Min vediziland.