Tewanga hejmarnavan
Di kurmancîyê da zayenda hejmarnavan jî heye. Lê di warê zayenda wan da, di nivîsîna kurmancîyê da du awa xuya dibin:
a)
Lewra hin kurmancîaxêv zayenda hejmarnavên bingehîn “mê” dihesibînin, li gor wê dinivîsin û her weha di halê tewandinê da jî wan li gor zayenda “mê” ditewînin.
Kurmancîaxêvên ku miameleya mêbûnê bi hejmarnavan dikin, bi reqeman jî weha dinivîsin: ji 20ê, ji 90ê, ji 100ê, ji 1000ê û hwd.
b)
Hin kurmancîaxêv jî hejmarnavan nêr dihesibînin û di wan rewşan da ku rêzimana kurmancîyê tewangê ferz dike, hejmarnavan li gor zayenda nêr ditewînin.
Komxebata me piştî minaqeşeyên piralî her du awayan jî di nivîsîna kurmancîyê da qebûl dike. Lê heger mirov ji bo nivîsînê sîstemekê ji van her du sîsteman hilbijêrê divê ku pêgirîya sîstema hilbijartî bi awayekî lihevkirî bike.
Ev awayê duyem ku zayenda hejmarnavan nêr dihesibînin, di kovara Hawarê da û her weha di nivîsîna kurmancîyê ya dema me da jî awayê têrbelav e.
Di zaravayê kirmanckî (zazakî) da jî zayenda hejmarnavan nêr e.
Li gor vî awayî:
1) Hejmarnavên kurmancîyê yên bingehîn, ji bilî hejmarnava “yek”ê*, hemû “nêr” in.
* Hejmarnava “yek”ê jî di hin cihan da “nêr” dihê hesibandin û ev yek di hin nimûneyan da xuya dibe: yekê gulanê, yekê mehê.
2) Ji hejmarnava“du”yan heta “nozdeh”an hemû hejmarnav bi “-an”ê dihên tewandin:
3) Hejmarnavên ji duyan heta nehan, di dawîya kîjan hejmarnavên mezin da bin, dîsan her bi wî awayî dihên tewandin û nivîsîn:
Hawar, hejmar: 33, r. 10
4) Hejmarnavên ji duyan heta nozdehan ku bi “-an”ê dihên tewandin, navdêran dixin bin hikimê xwe û wan li gor xwe ditewînin.
Di wê sîstemê da ku hejmarnavan mê dihesibînin, hemû hejmar –ji bilî hejmarnava yekê- navdêran dixin bin hikimê xwe û wan bi ”-an”ê ditewînin.
5) Hejmarnavên bîst, sih, çil, pêncî, şêst, heftê, heştê, nod, sed, hezar, mîlyon, mîlyar û hwd bi [-î]yê dihên tewandin. Helbet, gava ku hejmarnav bi dengdêrekê biqede, berî vê [-î]yê [-y-]ya pevgirêdanê dihê.
6) Navdêrên ku li gel van hejmarnavên navbirî dihên bikarînan jî li gor wan dihên tewandin û nivîsîn:
- Hin nimûneyên ji Mem û Zînê (Ehmedê Xanî, Weşanxaneya “Gün”ê, 1968): “çil zêrî” (r. 154), “çil rojî” (r. 226), “deh carî” (r. 338), “çil carî” (r. 338), “sed carî” (r. 338), “çil salî” (r. 446), “sed avî” (r. 446).
- “Ji bîstî heya sedî” (Reşîd Kurd, Rêzman a Ziman ê Kurmancî, r. 62, Şam, 1956).
- Nimûneyên ji ”Tarixa edebyeta kurdî (Qanatê Kurdo, Öz-Ge Yayınları, Ankara, 1992): “di tarîxa heşt sed û bîstî” (r. 15), “Yek ji sedî” (r. 149), “Hezar û nehsedî şîn bûme” (r. 156)
7) Di tewanga hejmarnavên nesade da, yên ku tesîrê dikin, ne hejmarnavên pêşîn in, hejmarnavên paşîn in. Loma li gor hejmarnavên paşîn dihên tewandin.
8) Hejmarnava “hezar”î, gava ku bi serê xwe be, wekî li jorê dîyarkirî dihê tewandin lê gava ku bi hejmarnaveka din ra bihê bikarînan û ew bi xwe jî hejmarnava paşîn be, dikeve bin hikimê wê hejmarnavê û li gor wê dihê tewandin.
Lê piştî hejmarnavên bîst, sih û hwd bi [-î]yê dihê tewandin.
9) Tewandina hejmarnava ku navê wê “mîlyon” e jî wekî hejmarnava “hezar”î ye.
Lê piştî hejmarnavên bîst, sih û hwd bi [-î]yê dihê tewandin.
10) Tiştên ku li jorê ji bo tewandina hejmarnava “hezar”î hatin gotin, ji bo hejmarnavên mîlyar, trîlyon, trîlyar, katrîlyon, katrîlyar, kentîlyon, kentîlyar û yên din jî derbas dibin.
Lê piştî hejmarnavên bîst, sih û hwd bi [-î]yê dihê tewandin.
11) Hejmarnava “yek”ê mê ye û bi “-ê”yê dihê tewandin.
Gava ku hejmarnava “yek”ê dikeve pêşîya navdêrekê, tesîra wê ne mîna tesîra hejmarnavên din e. Lewra ew li ser tewandina navdêran tesîrê nake. Navdêrên ku li gel hejmarnava “yek”ê dihên bikarînan, li gor zayenda xwe dihên tewandin:
12)Herçî “nîv” e, gava ku bi serê xwe be, bi “-î”yê dihê tewandin.
Gava ku “nîv” li gel hejmarnavên din bihê bikarînan, wan naxe bin hikimê xwe lê ew bi xwe dikeve bin hikimê wan û li gor wan dihê tewandin.
Gava ku “nîv” li gel navdêran jî dihê bikarînan, wan naxe bin hikimê xwe û navdêr bi tewanga xwe dihên tewandin.