3. Kîtekirin
Maneya kîtekirina di nivîsê da ev e; gava ku beşê bêjeyekê di rêzê da hilneyê, bi bendikekê ve dihê veqetandin û beşê veqetandî dadikeve rêza piştî wê.
Bendik piştî beşê bêjeyê yê yekem dihê danîn û divê ku di navbera bendikê û beşê yekem da tu valayî tune be. Ango bendik bi beşê bêjeyê yê yekem ve ye.
Armanca kîtekirina di nivîsê da jî wekhevkirina dirêjîya rêzan e. Divê ku dirêjîya hemû rêzan di kêleka nivîsê ya rastê da bi qasî hevûdin be, da ku nivîs xweştir xuya bike.
Kîtekirin di esilê xwe da, di xwendinê da navbirek e, her weha astengek e jî. Ji ber vê yekê, heta ku ne pêwîst be, ya baş ew e ku mirov kîtekirinê neke. Lewra gava ku ev navbir zêde bibe, pir mimkin e ku ew tesîreka neyînî li xwendinê bike. Gava ku hejmara kîtekirinê zêde bibe, xwendina nivîsê jî dibe ku dijwartir bibe.
Di dema me da, êdî piranîya nivîsan di komputeran da dihên nivîsîn û gelek caran dihê xwastin ku hêla rûpelan ya rastê rast be. Di rewşeka weha da bivê nevê, kîtekirin ferz dibe û hingê divê ku bernameya nivîsînê vî karî li gor hin prensîpan bike. Divê ku ev prensîp zelal bin û di bernameyê da hatibin bicihkirin da ku bername jî li gor tiştên bicihkirî karê kîtekirinê pêk biîne.
Gava ku kîtekirin pêwîst be, divê ku bi awayekî weha bihê kirin ku tesîreka zêde neyînî li xwendinê nebe.
Divê ku her du beşên bêjeya kîtekirî bi serê xwe bihên bilêvkirin.