Kevanek ( )
1) Kevanek ji bo wan ravekirinan dihê bikarînan ku tu têkilîyeka wan bi avahîya komekê ve tune ye. Ango tu girêdaneka naveroka hundirê kevanekê ya rêzimanî li gel komekê tune ye. Hebûna wê ji bo zelalkirina maneyê ye. Ji ber wê yekê ye Celadet Bedirxan ji bo kevanekê weha dibêje:
“Kevanek li pêşî û paşiya wan pirsan tête danîn ko bi sebebekê ketine komekê û heke jê hatine hilanîn mana komekê ne kêm dibe û ne jî diguhêre.”
Bedir-Xan, C.A, “Bingehên Gramêra Kurdmancî-2”, Hawar, hejmar: 28
Bedir-Xan, C.A, “Bingehên Gramêra Kurdmancî-2”, Hawar, hejmar: 28
2) Xal, bangnîşan û pirsnîşan piştî kevanekê dihên danîn.
3) Heger komeka nav kevanekê hevokeka serbixwe be, xal, bangnîşan û pirsnîşan di hundirê kevanekê da dihên danîn.
4) Ji bo navê nivîskarên gotar yan pirtûkan
5) Li gel sêxala ji bo beşên jêwergirtinan yên nenivîsî
Hawar, hejmar: 24
6) Ji bo bêjeyên hevmane, tarîx û pîvanên bergindên hevûdin dihên bikarînan.
7) Di nivîsên tîyatroyî da agahdarîyên di warê sehneyê da, her weha yên li ser rewşa tîyatrogeran û tevgerên wan jî di nava kevanekê da dihên nivîsîn.
8) Gava ku bangnîşan ji bo tinaz, piçûkxistin, heyirîn û hwd dihê bikarînan, di hundirê kevanekê da dihê danîn.
9) Navber nakeve navbera kevanekê û nivîsa hundirê kevanekê.
10) Gava ku ji bo nîşandana beş yan jî xalên nivîsekê, reqem yan jî tîp bi kar dihên, piştî wan reqem yan jî tîpan bi tenê beşê kevanekê yê girtinê, ango beşê vê nîşandekê yê dawî dihê danîn.