Îzafe û navdêrên mê yên yekhejmar

Gireya îzafeyê ya navdêrên mê yên yekhejmar (hem yên nasyar hem yên nenasyar) “-a” ye.

a) Navdêrên mê yên yekhejmar û nasyar

Navdêrên mê yên yekhejmar û nasyar ku bi nedengdêran diqedin

mehîna malê, pêlava min, qelema sor Navdêrên mê yên yekhejmar û nasyar ku bi dengdêran diqedin enîya min, goreya reş, pencereya odeyê

b) Navdêrên mê yên yekhejmar û nenasyar

Navdêrên mê yên yekhejmar, bi <-(y)ek>ê dibin nenasyar.

Di vî beşî da jî divê nemaze behsa sê awayên cuda bihê kirin:

  1. -ek-a
  2. -ek-e
  3. -ek-∅

Li gor awayê yekem (-ek-a), di esilê xwe da tu tesîra gireya nenasyarîyê li ser gireya îzafeyê tune ye. Lewra gireya îzafeyê, ji bo navdêrên mê yên yekhejmar her wekî ya navdêrên mê yên nasyar “-a” ye. Ev “-a” bi dû <(y)ek>ê da dihê û pê ve dihê nivîsîn.

mehîneka malê, goreyeka min, qelemeka sor, pencereyeka malê

Heger mirov nimûneyên li jorê bi awayekî din binivîse, mirov dê bi eşkereyî bibîne ku gireya îzafeyê <-a> ye.

yek mehîna malê, yek goreya min, yek qelema sor, yek pencereya malê

Herçî awayê duyem e (-ek-e), di îzafeya navdêrên mê yên yekhejmar yên nenasyar da ji bedêla <a>ya morfema îzafeya navdêrên mê bi kar dihê.

goreyeke min, mehîneke malê, pencereyeke malê, qelemeke sor

Awayê sêyem (-ek-∅) ew awa ye ku tu morfemên îzafeyê bi kar naîne.

❌ goreyek min, mehînek malê, pencereyek malê, qelemek sor

Komxebata Kurmancîyê awayê sêyem qebûl nake ji ber ku ev awa sîstema îzafeyê bi yekcarî têk dide.

Herçî her du awayên din in (-ek-a, -ek-e), Komxebata Kurmancîyê her du awayan jî ji bo nivîsînê rast dibîne. Lê Komxebata Kurmancîyê ji ber sedema li jorê dîyarkirî, bi piranî awayê yekem (-ek-a) tercîh dike.