Îzafe û navdêrên nêr yên yekhejmar

Gireya îzafeyê ya ji bo navdêrên nêr yên yekhejmar (hem yên nasyar hem yên nenasyar) “-ê” ye.

a) Navdêrên nêr yên yekhejmar û nasyar

Navdêrên nêr yên yekhejmar û nasyar ku bi nedengdêran diqedin

hespê boz, hespê malê, hespê min Navdêrên nêr yên yekhejmar û nasyar ku bi dengdêran diqedin ga malê, ga me, ga pîr

b) Navdêrên nêr yên yekhejmar û nenasyar

Navdêrên nêr yên yekhejmar, bi <-(y)ek>ê dibin nenasyar.

Di vî beşî da divê nemaze behsa sê awayên cuda bihê kirin:

  1. -ek-ê
  2. -ek-î
  3. -ek-∅

Li gor awayê yekem (-ek-ê), di esilê xwe da tu tesîra gireya nenasyarîyê li ser gireya îzafeyê tune ye. Lewra gireya îzafeyê, ji bo navdêrên nêr yên yekhejmar her wekî ya navdêrên nêr yên nasyar “-ê” ye. Ev “-ê” bi dû <(y)ek>ê da dihê û pê ve dihê nivîsîn.

derîyekê mezin, derîyekê xanîyî, diranekê min, hespekê malê

Heger mirov nimûneyên li jorê bi awayekî din binivîse, mirov dê bi eşkereyî bibîne ku gireya îzafeyê <-ê> ye.

yek derîyê mezin, yek derîyê xanîyî, yek diranê min, yek hespê malê

Herçî awayê duyem e (-ek-î), di îzafeya navdêrên nêr yên yekhejmar û nenasyar da tewang û îzafeyê tev li hevûdin dike û loma <î>ya gireya tewangê ji bedêla <ê>ya morfema îzafeya navdêrên nêr bi kar diîne.

derîyekî mezin, derîyekî xanîyî, diranekîmin, hespekî malê

Awayê sêyem (-ek-∅) ew awa ye ku tu morfemên îzafeyê bi kar naîne.

❌ derîyek mezin, diranek min, hespek malê

Komxebata Kurmancîyê awayê sêyem qebûl nake ji ber ku ev awa sîstema îzafeyê bi yekcarî têk dide.

Herçî her du awayên din in (-ek-ê, -ek-î), Komxebata Kurmancîyê her du awayan jî ji bo nivîsînê rast dibîne. Lê ji ber sedema têrbelavbûna awayê duyem (-ek-î), Komxebat bi piranî vî awayî tercîh dike.