Prensîpa sereke
Gava ku gireyên tewang û îzafeyê bi navdêran ve dibin, prensîpa sereke ya ji bo nivîsîna wan ew e ku divê ku awayê bêjeyê yê leksemî bihê parastin. Divê ku bi tesîra zimanê axaftinê tîp ji wan nehên avêtin, bêje nekevin awayên weha ku di warê naskirin û têgihîştina maneya wan da guman li ba xwendevanan peyda bibe.
Ji bo vê jî divê ku navdêr li gor wan qayîdeyên rastnivîsînê bihên nivîsîn ku xwe dispêrin rêzimana kurmancîyê. Bi vî awayî pêşî li wan sergêjîyan dihê girtin ku ji ber devokên cuda peyda dibin û rê li ber nivîsîneka standard xweş dibe. Divê nehê jibîrkirin ku di navbera zimanê axaftinê û zimanê nivîsînê da ferq heye. Zimanê nivîsînê bêjeyan bi awayekî zelal dide xuyakirin û bi parastina awayên bêjeyan yên leksemî, têgihîştina naverokê hêsan dike; di warê leksîkografîyê da rêyê li ber sergêjîyan digire.