Çend nimûne ji zimanê axaftinê

❌ awarta qanûnê, awê gotinê, baxçê me, bela te, birê wê, bufa li kolanê, bura wî, deryê me, emelê wî, endîşa wî, gora Xezalê, îdara dibistanê, komîta komelê, kongra salane, masa me, nexweşxana Mêrdînê, perda malê, zavê malê

Pir eşkere ye ku ev nimûneyên ku li jorê ji zimanê axaftinê hatine pêşkêşkirin, di warê naskirina bêjeyan û têgihîştina naveroka wan da, dibin sedema tevlihevî û sergêjîyan.

Gava ku mirov di nivîsekê da çav li “emelê wî” bikeve, gelo mirov dê çawa bizane bê ev “zikçûna wî” ye, yan “kirina” wî ye, yan “karkerê wî” ye?

Nimûneya “birê wê” jî her weha ye. Gelo mirov dê çawa bizane bê ev “birê wê” ango “beşê/qismê wê” ye, yan jî “birayê wê” ye?

Helbet, sergêjî û tevlihevîya navbirî gelek in. Loma ya baştir û sergêjîbir ew e ku mirov pêgirîya qayîdeya parastina awayê navdêran yê leksemî bike û nimûneyên zimanê axaftinê yên li jorê pêşkêşkirî, bi vî awayî binivîse:

awarteya qanûnê, awayê gotinê, baxçeyê me, belaya te, derîyê me, birayê wê, bufeya li kolanê, buroya wî, emeleyê wî, endîşeya wî, goreya Xezalê, îdareya dibistanê, komîteya komeleyê, kongreya salane, maseya me, nexweşxaneya Mêrdînê, perdeya malê, zavayê malê