Îzafe û navdêrên lêkerî
a)
Ji ber ku navdêrên lêkerî ji alîyê zayenda xwe ve “mê” ne, gireya îzafeyê ya ji bo navdêrên lêkerî yên yekhejmar û nasyar jî -wekî her navdêreka mê ya yekhejmar û nasyar - “-a” ye.
b)
Gireya îzafeyê ya ji bo navdêrên lêkerî yên pirhejmar û nasyar “-ên” e.
c)
Gireya îzafeyê ya ji bo navdêrên lêkerî yên yekhejmar û nenasyar wekî gireya îzafeya navdêrên mê ye. Nimûneyên jêrîn li gor tercîha Komxebata Kurmancîyêhatine danîn. Lê ji bo îzafeya navdêrên mê yên yekhejmar yên nenasyar bnr. 22.2 b).
ç)
Gireya îzafeyê ya ji bo navdêrên lêkerî yên pirhejmar û nenasyar “-ên” e.
Di vê mijarê da jî fikireka din xuya dibe. Li gor wê, gireya îzafeyê ya ji bo navdêrên lêkerî yên pirhejmar û nenasyar “-e” ye û di esilê xwe da ev “-ên”e lê ji ber ku berî wê wekî nîşana pirhejmarîyê “n”yek heye, du caran “n” hewce nake; “n” jê dikeve, sivik dibe û “-e”dimîne. Ango li gor vê fikirê, divê ku wisa bibe:
Lê tercîha Komxebata Kurmancîyê ya di vî warî da jî –wekî ku li jorê hatiye dîyarkirin- ew e ku “-n”ya nîşana pirhejmarîyê her bimîne û divê ku gireya tewanga navdêrên lêkerî yên pirhejmar û nenasyarî, wekî ya navdêrên pirhejmar û nasyar bin, ango divê ku bi “-ên”ê bihê nivîsîn.