Nivîsîna daçekan
a) Daçek serbixwe dihên nivîsîn
Di nivîsîna daçekan da qayîdeya yekem ew e ku hemû cureyên daçekên kurmancîyê -ji çend beşan pêk hatibin jî- divê ku serbixwe bihên nivîsîn. Ango divê ku daçek bi bêjeyên din ve nehên nivîsîn.
Lewra ew jî wekî rengdêr, navdêr, cihnav hwd cureyekî peyvan e û çawa ku ev cureyên cuda dihên nivîsîn divê ew jî cuda bihên nivîsîn.
b) Daçek natewin lê ditewînin
Qayîdeya duyem jî ew e ku daçek natewin lê ditewînin. Lewra her daçekek dîyargîneka xwe heye û dîyargîna ku bi daçekekê ra bihê nivîsîn, divê ku bihê tewandin. Ango daçek hikimî li dîyargînên xwe dikin. Ev jî dihê wê maneyê ku di nivîsîna kurmancîyê da, daçek tu caran nahên tewandin lê hemû navdêr, hejmarnav û cihnavên ku bi daçekan ra frazeka daçekî pêk diînin, divê ku bihên tewandin.
Ev qayîdeya duyem di nivîsînê da îmkaneka pratîk pêşkêş dike û bi vî awayî, parçeyên daçekê û parçeyên ku ne aîdî daçekê ne, bi hêsanî ji hevûdin dihên cihêkirin: Parçeyê ku hat tewandin, ne parçeyê daçekê ye û ji daçekê nahê hesibandin.
c) Cureyên daçekên kurmancîyê
Di kurmancîyê da, ji cureyên daçekan (adpozîsyon), pêşdaçek (prepozîsyon) û bazinedaçek (sîrkumpozîsyon) hene.