Apostrof ’

Gava ku mirov bixwaze nîşan bide ku tîpeka bejeyekê yan jî çend tîpên bêjeyekê nehatine nivîsîn, di şûna wê tîpê yan jî wan tîpan da nîşandeka apostrofê dihê danîn.

 “Çu j’dest nedihat û maye aciz” (Ehmedê Xanî, Mem û Zîn)  “Te j’ min dil bir carek mi j’te r’ nego na” (Cegerxwîn, Agirê Evîndarî)  “Toba xwe bike j’xeta û nîsyan” (Ehmedê Xanî, Mem û Zîn)  “Xef j’ademîyan, wekî Ezazîl” (Ehmedê Xanî, Mem û Zîn)

Hin cihên ku apostrof lê nahê danîn:

a) Piştî navdêrên taybetî

✔❌
Ez ji Dêrsimê hatim.Ez ji Dêrsim’ê hatim.
Ez ji Kurdistanê me.Ez ji Kurdistan’ê me.
Min ji Xezalê ra got.Min ji Xezal’ê ra got.

b) Piştî hejmarnavan ( beşê “Nivîsîna hejmarnav”an)

✔❌
di 16ê tîrmehê dadi 16’ê tîrmehê da
di sala 1979an dadi sala 1979’an da