Kîtekirina bêjeyên sade
1. Prensîpa yeknedengdêrî (yekkonsonantî)
Ji bo vî awayê kîtekirinê, prensîpa mekanîk jî dihê gotin. Di vî awayî da, ya bingehîn ew e ku beşê bêjeyê yê piştî bendikê bi nedengdêrekê (konsonantekê) dest pê dike. Yên ku li gor vî awayî dikin, kîtekirinê di cihekî bêjeyê da pêk diînin ku tîpa nimînendeya nedengdêrekê ya li alîyê bendikê yê rastê dadikeve rêza piştî bendikê.
Helbet armanc xweştirkirina xwendinê ye lê divê ku mirov lê miqate be da ku ev awayê ha têgihîştinê dijwartir neke. Lewra ev awa hin caran dikare bibe sedem ku bêje di tixûbên xwe yên xwezayî da, di movikên xwe û gireyên îzafeyê da yan jî di gireyên din da ji hevûdin veneqetin.
Di prensîpa yekkonsonantî da, ya bingehîn ew e ku bêje di tixûbê kîteyê da bihê kîtekirin û ev tixûb dibe ku hin caran ne tixûbê bêjeyê yê xwezayî be. Loma gava ku mirov bixwaze pêgirîya tixûbên xwezayî bike, ya baş ew e ku mirov kîtekirina bêjeyên sade li gor vê prensîpê pêk neîne.
2. Prensîpa morfolojîk yan jî prensîpa movika bêjeyan
Di vê prensîpê da, ya bingehîn ew e ku bêje li gor tixûbên morfemên xwe bihên dabeşkirin. Ji bo vê yekê, divê ku mirov li avabûna bêjeyan binêre û bêjeyên sade berî gireya tewangê yan jî gireya îzafeyê dabeş bike. Lewra movikên wan yan jî tixûbên wan li wê derê dîyar in û mirov bi hêsanî dikare wan ji hevûdin veqetîne.
Di bêjeyên li gel pêşgiran da jî tixûbekî xwezayî heye.
Gava ku tixûbên bêje û pêşgiran dîyar bin, kîtekirin dibe ku di navbera du tîpên nimînendeyên dengdêran da jî bihê kirin. Lê şertê kîtekirina du tîpên nimînendeyên dengdêran ew e ku divê ev her du tîp yên kîteyên cuda bin.
Her weha di bêjeyên li gel paşgiran da jî tixûbekî xwezayî heye.
Gava ku tixûbên bêje û paşgiran dîyar bin, kîtekirin dibe ku di navbera du tîpên nimînendeyên dengdêran da jî bihê kirin. Li vê derê jî şertê kîtekirina du tîpên nimînendeyên dengdêran ew e ku divê ev her du tîp yên kîteyên cuda bin.