Kîtekirina bêjeyên nesade
Ji bo bêjeyên nesade, tixûbekî wan yê xwezayî heye. Ew jî tixûbê navbera bêjeyên sade ye. Loma bêjeyên hevedudanî di movikên hevedudanîyê da; ango di tixûbên wan bêjeyan da ji hevûdin dihên veqetandin ku bêjeyên hevedudanî pêk diînin.
Ya herî baş ew e ku bêjeyên hevedudanî bi awayekî weha ji hevûdin bihên veqetandin ku wekî ew ne bêjeyên hevedudanî bin. Bendika kîtekirinê jî piştî movika hevedudanîyê dihê danîn.
Prensîpa morfolojîk yan jî prensîpa movika bêjeyan weha dike ku di nivîsîna kurmancîyê da, bêje ji kirasê xwe yê kurmancîyê dernekevin. Bi vî awayî rê li ber alozî û şaştêgihîştinan jî dihê girtin. Lê gava ku mirov neşê tixûbê navbera bêjeyên hevedudanî yan jî tixûbê navbera pêşgiran yan jî paşgiran û bêjeyeka sade nas bike, pêgirîya prensîpa morfolojîk jî dijwar dibe. Tew heger bêje bi esilê xwe bêjeyeka bîyanî be û mirov ne serwextê etîmolojîya wê be, hingê dijwarîya wê zêdetir dibe. Ji ber ku mirov di rewşên weha da tixûbê bêjeyan nas nake, mirov nikare pêgirîya prensîpa morfolojîk jî bike. Di rewşên weha da mirov dikare kîtekirinê li gor prensîpa yekkonsonantî bike.
Ji vê jî dihê famkirin ku mirov di kîtekirinê da li gor rewşên cuda dikare ji her du prensîpên navbirî yekê tercîh bike.