Hejmarnavên rêzîn

Hejmarnavên rêzîn, li gor qayîdeyên jorîn û bi alîkarîya “yê”, “ya”, “yên”ê dihên çêkirin.

Kurmancîaxêvên ku hejmarnavan mê dihesibînin, hejmarên rêzîn weha dinivîsin: yê/ya yekê, yê/ya duyê, yê/ya sêyê, yê/ya çarê, yê/ya pêncê, yê/ya şeşê, yê/ya heftê, yê/ya heştê, yê/ya nehê, yê/ya dehê, yê/ya bîstê, yê/ya sihê, yê/ya çilê, yê/ya pêncîyê, yê/ya şêstê, yê/ya heftêyê, yê/ya heştêyê, yê/ya nodê, yê/ya sedê, yê/ya hezarê, yê/ya mîlyonê, yê/ya mîlyarê û hwd

yê/ya yekê, yê/ya duyan, yê/ya sêyan, yê/ya çaran, yê/ya pêncan, yê/ya şeşan, yê/ya heftan, yê/ya heştan, yê/ya nehan, yê/ya dehan, yê/ya yazdehan, yê/ya duwazdehan, yê/ya sêzdehan, yê/ya çardehan, yê/ya panzdehan, yê/ya şazdehan, yê/ya hevdehan, yê/ya hejdehan, yê/ya nozdehan, yê/ya bîstî, yê/ya sîyî, yê/ya çilî, yê/ya pêncîyî, yê/ya şêstî, yê/ya heftêyî, yê/ya heştêyî, yê/ya nodî, yê/ya sedî, yê/ya hezarî, yên sedî, yên hezarî

a) Li gel navdêran

beşê duyan, mirovê sêyan, jina çaran, kolana pêncan, sala şeşan, pirtûka heftan, xwendekarê nehan, beşdarê dehan, sala sedî, sala hezarî

b) Ji bo standardkirina hejmarên rêzîn

Ji ber ku di nava kurmancîaxêvan da di pirsa zayenda hejmaran da cudabûnek heye û li gor hin devokan zayenda wan nêr e, li gor hin devokan jî mê ye, ji bo çareserkirina vê pirsê û peydakirina standardekê, hewcedarî bi rêyeka çareserkirinê ya pratîk heye. Piştî tecrubeyan, rêyeka pratîk peyda bûye ku ew jî bikarînana morfema “-em”ê ye. Hin nivîskarên kurmancîyê êdî bi vî awayî dinivîsin. Hilbijartina bi vî awayî dê di warê hejmarên rêzîn da standardekê peyda bike.

Ji ber vê yekê, tevî qayîdeya li jorê dîyarkirî jî ya baştir ew e ku kurmancîaxêv ji bo hejmarnavên rêzîn li ser vê “-em”ê li hevûdin bikin, wê bikin bingehê standardkirinê û hejmarên rêzîn bi vî awayî binivîsin: hejmarnav + -em

yekem, duyem, sêyem, çarem, pêncem, şeşem, heftem, heştem, nehem, dehem, yazdehem, duwazdehem, sêzdehem, çardehem, panzdehem, şazdehem, hevdehem, hejdehem, nozdehem, bîstem, sedem, hezarem